SON DAKİKA

Li Agiriyê zivistan: hewa binê sifirê da bi 36 pileyî hat pîvandin

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 36 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin. 29 Ocak, 2016 04:46 Güncelleme: 29 Ocak, 2016 04:46 Li Agiriyê zivistan: hewa binê sifirê da bi 36 pileyî hat pîvandin

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 36 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.

Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 36 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.


Li Agiriyê serma, tesîreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike. Ji ber berf û bagerê û qeşayê li herêmê jiyan zehmet e. Ji berf û bagerê li herêmê di çûyîn û hatinê da tengasî derdikevin. Rêya 10 gundên Agiriyê hat girtin. Ji bo ku rê bên vekirin ekîbên şaredariyan û yên îdareya taybet a bajaran bênavber dixebitin. Qalindahiya berfê li Agiriyê 73 santêm hat pîvandin.


Li herêmê îro ji serê sibê vir ve hewa ewrsayî ye û tê texmînkirin ku berfê bibare. Piştî ku berf barî hewayê di navbera 4 û 6 pile de germ bibe.

 

Yorum Ekle